Wezîrê Tendirustiyê rewşa herî dawî ya Covid-19ê eşkere kir

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî diyar kir ku wî weke handanek vaksîna Koronayê wergirtiye.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî diyar kir ku wî weke handanek vaksîna Koronayê wergirtiye û eşkere kir ku îro li Herêma Kurdistanê 334 kes bi Koronayê ketine û piraniya wan jî nifşê nû yê Koronayê ye û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Saman Berzincî di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Vaksîna ku li berdest e gelek kêm e û têra Wezareta Tendirustiyê jî nake, loma li gor rênimayan, vaksîn tenê ji bo karmendên ku li nexweşxane, navendên Koronayê û taqîgehan rasterast bi vîrusê re kar dikin, dê werin bikaranîn.”

Berzincî destnîşan kir: “Em bi awayekî berdewam hewl didin ku vaksîna Koronayê bi dest bixin. Ez îro bi Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê re axivîm, biryar e 15ê vê mehê beşeke din a vaksînê bigihe Herêma Kurdistanê ku bi qasî 187 hezar derzî ye. Ez ji welatiyan daxwaz dikim, ji ber ku vaksîna hemû li ber dest nînin, rêkarên xweparêziyê bidomînin.”

Herwiha eşkere kir: “Îro 344 kesên din bi Koronayê ketin û piraniya wan jî nifşê nû yê Koronayê ye, 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.”

Fly Erbil Advertisment