CHP: Li Tirkiyê rêjeya hejariyê ji sedî 8,4 zêde bû
Li Tirkiyê di yekem salvegera Covid-19ê de ji aliyê partiya mixalefeta sereke CHPê ve raporekê hate amadekirin.

Enqere (K24) - Li Tirkiyê di yekem salvegera Covid-19ê de ji aliyê partiya mixalefeta sereke CHPê ve raporekê hate amadekirin. Li gorî rapora CHPê, Tirkiye di nav saleke pandemiyê de feqîr bûye û rêjeya hejariyê ji sedî 8,4 zêde bû. Herwiha li gorî raporê, welatiyên Tirkiyê bi qasî 1.500 dolar feqîr bûne û di nava salekê de 1 milyon û 386 hezar kes bêkar mane.
Rapora ku ji aliyê Platforma Zanistê ya Ar-Ge ya CHPê ve hatiye amadekirin, bal dikşîne ku di nav salekê de Tirkiye çiqas hêjar bûye. Li gorî raporê, Tirkiye di sala 2020an de di mezinbûna aboriyê de di nav Endeksa Refahê de di nav 167 welatan de di rêza 100an de cih girtiye. Her wiha li gorî Endeksa Hêjariya li Cîhanê jî di nav 96 welatan de di rêza 4an de cih girtiye.
Herwiha li gorî rapora CHPê, welatiyên Tirkiyê di nav salekê dea bi qasî 1.500 dolar feqîr bûne û di nava salekê de 1 mîlyon û 386 hezar kes bêkar mane û rêjeya bêkariyê gihîştiye 11 mîlyon û 768 hezar kesî. Her wiha di nav Mijdara 2019an û Mijdara 2020an da rêjeya bêkariya ciwanan ji sedî 32,9an bûye ji sedî 43,5.