Serokê CHPê Kiliçdaroglu pakêta reforma aboriyê rexne kir
Duh ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve pakêta reforma aboriyê hatibû eşkerekirin.

Enqere (K24) - Duh ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve pakêta reforma aboriyê hatibû eşkerekirin. Serokê mixalefeta sereke CHPê Kemal Kiliçdaroglu pakêta reforma aboriyê rexne kir û got; “li Tirkiyê 10 milyon bêkar hene û di pakêtê de ji bo pirsgirêka bêkariyê bê çareserkirin tu wehd û pêşniyazekê nîne.”
Li Tirkiyê karvedanên ragihandina pakêta reforma aboriyê didomin. Serokê mixalefeta sereke CHPê Kemal Kiliçdaroglu pakêta reforma aboriyê ya hikûmeta Ak Partiyê rexne kir û got, “li Tirkiyê 10 milyon bêkar hene û di pakêtê de ji bo pirsgirêka bêkariyê bê çareserkirin tu wehd û pêşniyazekê nîne.”
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di serdana xwe ya bo Îzmîrê de axivî û got, “Pakêta aboriyê ragihandin. Lê tê de bi hevokekê jî negotin ku em ê pirsa bêkariyê çareser bikin. Ji 10 milyonî zêdetir bêkarên me hene. Lê îro li saziyên dewletê kesên ku 3-4 mûçe werdigrin heye.”
Duh Serokomarê Tirkiyê Erdogan, li Stenbolê bi bernameyekê nasandinê, “Pakêta Reformên Aboriyê” eşkere kiribû. Erdogan destnîşan kiribû ku ew ê bi Reformên Aboriyê aboriya Tirkiyê li ser veberhênan, hilberîn, îstixdam û hinardeyê mezin bikin.