Li Kobanê “Newroza Zarokan” hate kirin

Li bajarê Kobanê û beşdariya 17 komên zarokan yên dîlan, stiran û govendê “Newroza Zarokan” li dar ket.

Kobanî (K24) – Li bajarê Kobanê û beşdariya 17 komên zarokan yên dîlan, stiran û govendê “Newroza Zarokan” li dar ket.

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bi hevkariya Navenda Heyva Zêrîn, bi boneya nêzîkbûna Cejna Nûrozê, şahiyek ji bo zarokan li dar xist. Ev şahiya ku di bin navê “Newroza Zarokan” tê lidarxistin.

Newroza Zarokan bi beşdariya bi sedan zarokên Kobanî û gundewarê û Minbicê yên kurd, ereb û çekez beşdar in ku ji 17 komên stran, dîlan û govendên gelêrî pêk tên.

Sala borî ji ber belavbûna vîrûsa Korona (Covid-19) şahiyên Newrozê li Kobanê hetin qedexekirin, lê îsal amedebûneke mezin ji bo Newrozê ji hemû aliyên siyasî û yên çandî tê kirin.

Fly Erbil Advertisment