Çîroka bijîşka ku bi Koronayê canê xwe ji dest da û keça wê rizgar bû

Bijîşka diranan Dr. Fênik Kamil Mihemed ku ducanî bû, ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da, lê pitika wê bi silametî li jiyanê ma.

Hewlêr (K24) – Bijîşka diranan Dr. Fênik Kamil Mihemed ku ducanî bû, ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da, lê pitika wê bi silametî li jiyanê ma.

Dr. Fênik Kamil Mihemed, dema ji zaroka xwe ya duyem re ducanî bû, bi vîrusa Koronayê ket, wê ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest da, lê pitika wê rizgar bû.

Dr. Adil Usman, hevjînê Dr. Fênik ji K24ê re got: “Ji ber Koronayê tendirustiya hevjîna min gelek xirab bûbû, lê bijîşkan karîn jiyana keça me rizgar bikin, lê mixabin ji ber xirabiya tendirustiya xwe, Dr. Fênik canê xwe spart.”

Hevjînê wê Dr. Adil Usman diyar dike ku tevî hemû hewldanên tibî û çavdêriya hûr, vîrusa kujer derfeta jiyanê ji dayîka Lîna re nehiştiye.

Dr. Adil Usman ku sala borî di dema belavbûna virusa Koronayê de ji bo perwerdehiyê li welatê Çînê bû, behsa rewşeke ku gelek kêm tê dîtin vedibêje: “Piştî ku Lîna jidayîk bû, dayîka wê çend caran şîr da wê, loma me guman dikir ku pitika wê jî hilgira Koronayê be, lê hemû testên Lîna negatîv derketin û derket holê ku bi awayî bi vîrusê neketiye.”

Dr. Fênik di 10ê Adara 2021ê de li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da û keça wê Lîna niha 2 mehî te û tendirustiya wê baş e.