Li Îranê cihên geştyariyê têne girtin
Lijneya Niştimanî ya Rûbirûbûna Koronayê ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand; 250 cihên geştyariyê yên li paytexta Îranê bajarê Tehranê heta 10 rojan dê bi temamî werin girtin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Lijneya Niştimanî ya Rûbirûbûna Koronayê ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand; 250 cihên geştyariyê yên li paytexta Îranê bajarê Tehranê heta 10 rojan dê bi temamî werin girtin.
Îran li hember pêla çarem a vîrusa Koronayê (Covid-19) rû bi rû maye û hejmara pêketiyan ji du milyon kesî derbas kiriye.
Biryar e, ji sibe şemiyê 10ê Nîsana 2021ê ve, biryara girtina 250 cihên geştyariyê yên li Tehranê were cîbicîkirin.
Roja şemiya borî, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihandibû ku eger ew pabendî rêkarên xweparêziyê nebin, dê pêla çarem a Koronayê li Îranê bide û li piraniya bajaran belav bibe.