Real Madrid di “Classico” de bi ser Barcelona ket

Real Medrid di La Liga ket pêşiya Barcelona.

Globallookpress Ruben Albarran / PRESSINPHOTO
Globallookpress Ruben Albarran / PRESSINPHOTO

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Real Medrid roja Şemiyê di gera 30emîn a La Liga de li ser yarîgeha xwe bi 2-1 li hember Barcelona bi ser ket.

Tîma Medrid di xuleka 13 û 28 de bi riya yarîzanê firansî Kerîm Benzema û yê almanî Tony Kroos tomar kirin.

Di xuleka 60î de jî Barcelona bi rêya parêzvan Oscar Mingueza gola xwe ya tekane tomar kir.

Bi vê serketinê re Real Madrid bi 66 pûanên bû hevrikê cîranê xwe Atlético Madrid re ku dê îro Yekşemê bi Real Betis ê re bilîze.

Li aliyê din Barcelona li cem 65 pûanan rawestî û di rêzbendiya La Ligayê de daket asta sêyemîn.