Cristiano Ronaldo xatir ji lîstikên navneteweyî xwast
Navenda Nûçeyan (K24) – Stêrka navdar a cîhanê û kaptanê tîma neteweyî ya Portugalê, Cristiano Ronaldo, piştî 23 salan kariyera tije şanazî û tomarkirina rekorên bêhempa, bi fermî xatirxwestina xwe ji lîstikên navneteweyî ragihand.
Cristiano Ronaldo îro 5ê Mijdara 2026an di peyameke vîdyoyî de li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "Instagram"ê, dawîanîna lîstikvaniya xwe ya bi tîma neteweyî ya Portugalê re bi awayekî fermî ji hezkiriyên xwe re parve kir.
Ronaldo di peyama xwe ya xatirxwestinê de anî ziman ku piştî 23 salan lîstina ji bo welatê xwe, êdî dema wê hatiye ku ew formaya hejmar 7 radestî nifşê nû bike. Her wiha tekez kir ku ev biryareke hêsan nebûye û got: “Min ev biryar ne tenê bi mejiyê xwe, lê bi dilê xwe daye.”
Ronaldo her wiha da zanîn ku ew her tim hewl daye bibe yê herî baş û dîrokê çêbike. Her wiha spasiya hemû alîgir, rahêner û malbata xwe kir ji bo piştgiriya wan a mezin di vê rêwîtiyê de û got ku ji niha û pê ve ew ê wekî alîgirekî dilsoz temaşe li tîma welatê xwe bike û dê Portugal her tim di dilê wî de bimîne.
Ronaldo di nava van 23 salên borî de, bi dirêsa Portugalê beşdarî 234 maçên navneteweyî bû û karî 146 golan tomar bike. Bi van hejmarên zêrîn, ew di dîroka goga pê ya cîhanê de, bû golkarê herî mezin ê dîrokî yê li ser asta tîmên neteweyî.
Cristiano Ronaldo yekem yariya xwe ya fermî bi tîma neteweyî ya Portugalê re, di Tebaxa 2003yan de lîstibû. Di vê kariyera dûr û dirêj de, roleke wî ya sereke hebû di bidestxistina yekemîn kûpa mezin a dîroka Portugalê de ku Şampiyoniya Neteweyên Ewropayê (Euro 2016) bû; her wiha di sala 2019an de jî Kûpa Lîga Neteweyên Ewropayê bidest xist.
Ronaldo di heman demê de tekane lîstikvan e di dîrokê de ku beşdarî şeş Kûpayên Cîhanê (Mondial) bûye. Biryara wî ya xatirxwestinê piştî beşdariya wî ya di Kûpa Cîhanê ya 2026an de hat, ku bi vî rengî dawî li serdemeke zêrîn a dîroka goga pê ya Portugal û cîhanê anî.