Zaxo.. Rêya navdewletî ya Îbrahîm Xelîl hat vekirin

Parêzgarê Duhokê Elî Teter di merasîma temambûna projeya rêya Zaxo – Îbrahîm Xelîl de ragihand; ji 32 projeyên xizmetguzariyê, 28 projeyan karên xwe temam kirine

Zaxo (K24) – Parêzgarê Duhokê Elî Teter di merasîma temambûna projeya rêya Zaxo – Îbrahîm Xelîl de ragihand; ji 32 projeyên xizmetguzariyê, 28 projeyan karên xwe temam kirine.

Elî Teter di merasîmê de diyar kir ku projeya rêya Zaxo – Îbrahîm Xelîl bi kalîteyeke gelek baş hatiye temamkirin û berî dema diyarkirî hat vekirin.

Parêzgarê Duhokê eşkere kir ku kompaniya cîbicîkar bi cîbicîkirina hejmarek projeyên din ên xizmetguzariyê ve mijûl in û ji wan hatiye xwestin ku di dema xwe de an jî zûtir, projeyên xwe yên din temam bikin.

Fly Erbil Advertisment