Barcelona bo cara 31emîn bû qehremana Kûpa Şahê Îspanyayê

Şeva borî di fînala Kûpa Şahê Îspanyayê de Barcelona bi encama (4-0) bi ser Atletîk Bilbao ket.

Reuters /Marcelo Del Pozo
Reuters /Marcelo Del Pozo

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Barcelona di fînala Şahê Îspanyayê de bi ser tîma Atletîk Bilbao ket û ji bo cara 31emîn ew nasnav bi dest xist.

Şeva borî di fînala Kûpa Şahê Îspanyayê de (Copa del Rey) de li staduma La Cartoja ya bajarê Sevîlle, Tîma Barcelona bi encama (4-0) bi ser Atletîk Bilbao ket û ji bo cara 31emîn ew nasnav bi dest xist.

Êrişberê fransî Antoîne Grîezmann gola yekem a Bacelona di xuleke 60 tomar kir. Piştre yarîzanê holandî Frenkie de Jong piştî 3 xulekan gola duyem tomar kir. Di pişt re jî Lîonel Messi yê Arjantînî di xulekên 68 û 72 yê yariyê de du golên li dû hev tomar kirin.

Bi wegirtina vê nasnavê, Messi ligel hevalên xwe Sergio Busquets û Gerard Pique heft car in dibin lehengên vê pêşbirka Kûpa Şahê Îspanyayê.