Berdevka HDPê bo K24ê: Di rojeva me de tifaqa hilbijartinê tune

Berdevka HDPê Ebru Gunay di civîna rojnamegeriyê de, bersiv da pirsa K24ê û got, “niha di rojeva me de tifaqa hilbijartinê nîne û niha tekane armanca me mezinkirin û parastina HDPê ye.”

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay

Enqere (K24) - Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay di civîna rojnamegeriyê de, bersiv da pirsa K24ê û got, “niha di rojeva me de tifaqa hilbijartinê nîne û niha tekane armanca me mezinkirin û parastina HDPê ye.”

Ev demekê ye di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de li gel îhtimala hilbijartinekê pêşwext, peyama Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaşê zindanî ku gotibû, divê bi pêşengiya HDPê “Tifaqa Sêyem” bê avakirin di rojevê de bi germî tê nîqaşkirin.

Li ser pirsa peyamnêrê K24ê, Berdevka HDPê Ebru Gunay di civîna rojnamegeriyê ya partiya xwe de, da zanîn, niha di rojeva wan de tifaqa hilbijartinê nîne û niha tekane armanca wan mezinkirin û parastina HDPê ye.

“Niha armanca me mezinkirin û xurtkirina HDPê ye”

Berdevka HDPê Ebru Gunay girêdayî pirsa K24ê wiha axivî; “Derbarê Tifaqa Sêyemîn de ez dikarim vê yekê bêjim; ji aliyê hilbijartinê de tu rojeveke me ya wek çêkirina tifaqê tune ye. Em kar û xebatên xwe ji bo mezinkirin û xurtkirina HDPê dimeşînin. Ji ber wê tifaqeke hilbijartinê di rojeva me de nîne.”

“Mebesta me tifaqekê berfireh ya demokrasiyê ye”

Li aliyê din, Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, li ser nîqaşên tifaqa sêyem li Parlamentoya Tirkiyê axivîbû û gotibû, “Ji Tifaqa Sêyem mebesta me tifaqa hilbijartinê nîne, mebesta me tifaqek berfireh ya demokrasiyê ye.” Her wiha Buldan dabû zanîn, ew ê HDP di hilbijartina ewil da di rêveberiya Tirkiyê de cih bigre.”

Nîqaşên ‘Tifaqa Sêyemîn’

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, di hevpeyvînekê xwe ya li gel medyaya Tirkî de, derbarê nîqaşên “Tifaqa Sêyemîn” de gotibû, “Ev modeleke siyasî ye, ne pêşniyareke tifaqa hilbijartinê ye. Ji ber ku HDP tevlî ti tifaqekî nebûye, ne mecbûr e piştgiriya tifaqeke din bike.”

Fly Erbil Advertisment