Piştî agirbestê xelkê taxa Tey a Qamişlo vedigerin malên xwe

Xelkê taxa Tey ê di rojên borî de ji malên xwe derketibûn, îro careke din vedigerin malên xwe.

Taxa Tey a Qamişlo - 26.4.2021  / Wêne: Kurdistan24 - Ekrem Salih
Taxa Tey a Qamişlo - 26.4.2021 / Wêne: Kurdistan24 - Ekrem Salih

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ragihandina agirbesteke hertimî li bajarê Qamişlo, xelkê ku ji taxa Tey derketibûn, îro di bin çavdêriya hêzên Asayişê de vedigerin malên xwe.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo Ekrem Salih da zanîn, di encama şerê 6 rojên borî li taxa Tey a Qamişlo, hejmarek ji xelkê taxê ji ber rewşa şer ji malên xwe derkeftibûn û çûbûn cihên ewle, îro ew xelkê derketiye careke din vedigerin malên xwe.

Peyamnêrê me got jî, niha taxa Tey bi temamî di bin kontrola Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) de ye û ti hebûna mîlîşyayên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve li wê taxê nemane.

Ev di demekê de ye, duhî bi gerentiya HSDê û Hêzên Rûsî agirbesteke hertimî li Qamişlo hat ragihandin, eger mîlîşiyayên Berevaniya Niştîmanî ti binpêkirinan nekin.

Fly Erbil Advertisment