Li Tirkiyê di rojekê de zêdetirî 40 hezar kes bi Koronayê ketin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 341 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 341 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 39 hezar û 398 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 28ê Nîsanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 40 hezar û 444 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 2728 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 4 milyon û 751 hezar û 26 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 45 hezar û 198 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 4 milyon û 212 hezar û 461 kesan.