Bandora neyînî ya karantînayê li ser zarokan
Heta niha bi dehan raportên wezaret û saziyên malbat û zarokan derbarê bandora xerab a karantînaya giştî û mayîna zarokan di malê de derketine
Dusseldorf (K24) - Li Almanyayê heta niha bi dehan raportên wezaret û saziyên malbat û zarokan derbarê bandora xerab a karantînaya giştî û mayîna zarokan di malê de derketine. Li gor agahiyan bi dehan diyardeyên neyînî di kesayetiyên zarokan de çêbûne û rewşa wan metirsîdar in.
Tîma K24ê li Almanyayê bû mêvanê malbateke Kurd û malbat diyar dike ku zarokên wan piraniya dema xwe bi telefon û teknolojiyê derbas dikin.
Zarokekî endamê malbatê dibêje ku ew li malê piranî li televîzyonê temaşe dike û bi telefonê dilîze, herwiha ew dibêje ku ji ber hebûna Koronayê nikare biçe dibistanê.
Dayîk û bav gelek bi hişyarî vê diyardeya zarokan dişopînin, ku bargiraniyeke mezin li ser wan çêkiriye.
Dayîka malbata Kurd a li Almanyayê dibêje; ji dema ku Korona hatiye, bêguman stres jî zêde bûye, ji ber ku hemû erkên dibistan û mal û karkirinê hemû ketine ser milê dayîk û bavan.
Li gor amarên sala 2020an, her takekesekî li Almanyayê du – sê kîlo qelew bûne, ji ber vê yekê daxwaz tê kirin ku demildest vaksîn bêne belavkirin û jiyan vegere rewşa xwe ya asayî.