Li Tirkiye û Bakur rewşa herî dawî ya Koronayê
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 282 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 282 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 43 hezar û 311 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 10ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 13 hezar û 604 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 1734 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 44 hezar û 936 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 26 hezar û 953 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 4 milyon û 743 hezar û 871 kesan.