Li Kerkûkê gef li kandîdekî kurd tê xwarin

Li Kerkûkê nameyeke gefxwarina kuştinê li ber deriyê endamê Serkidatiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Hesen Şêxanî hat danîn.

Navenda Nûçeyan (K24) –  Şeva borî nameyeke gefxwarina kuştinê li ber deriyê endamê Serkirdatiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Hesen Şêxanî li Kerkûkê hate danîn.

Di nameyê de gef li Hesen Şêxanî tê xwarin û jê tê xwastin ku ji Kerkûkê derkeve, yan dê were kuştin û ligel nameyê jî guleyek jî hatibû danîn.

Li ser wê pirsê, efserekî binkeya polîs a lêkolînê di wê derbarê de dike ji K24ê re got: “Hesen Şêxanî gilî kiriye û tîmên lêpirsînê dest bi lêkolînê kirine.” Bêyî ku ti zanyariyên din aşkere bike.

endamê Serkirdatiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Hesen Şêxanî ji K24ê re got: “Ev gefxwarin ji bo ku ez xwe ji kandîdkirina hilbijartinê bikişînim, yan ez rexneyan li rêveberiya bajêr negirim, lê ez hîn bi biryar im ku xwe bikim kandîdê hilbijatinê û bi ti carî xwe venakişînim.”

Fly Erbil Advertisment