Di navbera Iraq û Îranê de rêya trênê tê çêkirin
Tehran û Bexda hefteya bê rêkeftinek ji bo çêkirina rêya hesin îmze dikin û her du welat dibin pira pêwendiya welatên rojava û rojhilat.
Hewlêr (K24) – Tehran û Bexda hefteya bê rêkeftinek ji bo çêkirina rêya hesin îmze dikin û her du welat dibin pira pêwendiya welatên rojava û rojhilat.
Wezareta Rê û Pêşvebirinê ya Îranê ragihand; rêya hesin a navbera Îran û Iraqê projeyeke stratejîk e û veberhênanê tê de dikin.
Wezaretê eşkere kir ku rêya hesin a Şelamçe û Besrayê projeyeke navdewletî ye û dê bibe sedema guherîna stratejiya herêmê û herwiha ji aliyê transîtê ve Sûriye û Deryaya Spî bi hev ve girê dide.
Herwiha diyar kiriye ku rêya hesin dikare alavan hinardeyî Pakistan û Bendera Çapehar bike û ji wir jî ber bi Çîn û welatên Asyayê û piştre bo Bendera Sûriyê û Deryaya Spî bike, Îranê jî daxwaza wê zeviyê ji Iraqê kiriye, ku xeta hesin lê tê çêkirin, di çend rojên bê de li ser vê mijarê rêkeftinek dê di navbera Tehran û Bexdayê de were îmzekirin.