Kazimî: Heta lêpirsîn bi dawî bibe, tohmetbar dê di destê hêzên ewlehiyê de bimîne
Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî daxuyaniyek li ser aloziya îro ya li Bexdayê belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî daxuyaniyek li ser aloziya îro ya li Bexdayê û zextên Heşda Şeibî yên ji bo azadkirina Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Qasim Mehmûd Kerîm Muslih ku bi navê Qasim Muslih Xefacî tê nasîn, belav kir.
Mistefa Kazimî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzeke taybet a ewlehiya Iraqê vê sibê kesek desteser kir ku bi madeya 4 a terorê tohmetbar bû û li dijî wî doz hatibû vekirin.
Kazimî eşkere kir ku ji bo kesê hatiye desteserkirin, lijneyeke lêkolînê hatiye sazkirin û heta ku lêpirsîna wî bi dawî bibe, ew ê di destê hêzên ewlehiyê de bimîne.
Îro Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Qasim Mehmûd Kerîm Muslîh li Enbarê hatiye desteserkirin, ku li ser fermana dadgehê û li gor yasaya rûbirûbûna terorê hatiye desteserkirin.
Peyamnêrê K24ê Şivan Cebarî ji Bexdayê ragihand; piştî desteserkirina fermandarê Heşda Şeibî, komeke Heşdê gefeke tund li hêzên ewlehiyê xwarin û eger ew fermandarê Heşda Şeibî neyê berdan, banga rûxandina hikûmeta Mistefa Kazimî dikin.
Şivan Cebarî eşkere kir ku aloziya vê rewşê gihiştiye Devera Kesk a bajarê Bexdayê û çekdarên Heşda Şeibî çend rêyên hestyar ên bajarê Bexdayê girtine, li hember wan jî hêzên Dije-Terorê yên Iraqê hemû rêyên ku diçin Devera Kesk, girtine û li ser pira Mueleq jî hêzên Dije-Terorê û Heşda Şeibî rûbirûyî hev rawestiyane û îhtimala şer û pevçûnê, mezin e.
Peyamnêrê me eşkere kir ku li gor çend jêderan, fermandarê Heşda Şeibî ku bi madeya 4 a terorê hatiye desteserkirin, bi rêya balafireke taybet, ji Devera Kesk ber bi cihekî nediyar hatiye veguhestin.