Malbatên çekdarên DAIŞê vegeriyan, tirs kete dilê xelkê Mûsilê

Her çiqas hêzeke mezin a ewlehiyê li nav Kampa Cedhe ya li başûrê Mûsilê hatibe bicîkirin jî, xelkê deverê ji vebûna kampê ji bo malbatên DAIŞê nîgeran in û tirs ketiye dilê wan.

Hewlêr (K24) – Her çiqas hêzeke mezin a ewlehiyê li nav Kampa Cedhe ya li başûrê Mûsilê hatibe bicîkirin jî, xelkê deverê ji ber vebûna kampê ji bo malbatên DAIŞê nîgeran in û tirs ketiye dilê wan.

Umer Lihêbî ku xelkê Geyare ye û bavê wî bi destê çekdarên DAIŞê hatiye kuştin, ji vegera malbatên çekdarên DAIŞê ji Sûriyê û bicihkirina wan li deverê, nîgeran û bi hêrs e û dibêje: “Ew wisa difikirin ku ew rast in û em xelet in, loma em nikarin bi hev re bijîn, Geyare gelek şehîd û qurbanî dan, yekem dever bû li sînorê parêzgeha Neynewa ku hat rizgarkirin, lê niha bûye çopdanka DAIŞê û paşmahiyên wê.”

Her çiqas rayedarên li Geyare diyar dikin ku gelek hêzên ewlehiyê li nav kampê hatine danîn, lê vê yekê nekariye tirsa ku ketiye dilê xelkê Geyare û derdora wê, ji holê rake.

Rêveberê Nahiya Geyare Selah Hesen Cibûrî ragihand: “Gelek hêzên ewlehiyê di nav kampê de ne, loma ez bawer im dê bandora wê li ser rewşa ewlehiya navçeyê hebe, çimkî navçeyeke aram e û xelkê wê jî alîkar in.”

Li gor rêkeftineke navbera hikûmeta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî, yekem karwana malbatên çekdarên DAIŞê ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê gihişteye Kampa Cedhe ya li başûrê Mûsilê, ku ji 93 malbatan pêk hatiye û nêzîkî 300 kes dibin, herwiha biryar e di demên bê de hemû malbatên din ên Iraqî yên DAIŞê werin vegerandin.