Di xwepêşandanên Minbicê de 4 kes hatin kuştin

Li Minbicê di xwepêşandanên li dijî girtina xortan a di çarçoveya kampîna “leşkeriya neçar” de, 4 welatî bi guleyên hêzên asayişê hatin kuştin.

Dîmenek ji xwepêşandanên Minbicê - Tora civakî
Dîmenek ji xwepêşandanên Minbicê - Tora civakî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li Minbicê di xwepêşandanên li dijî girtina xortan a di çarçoveya kampîna “leşkeriya neçar” de, 4 welatî bi guleyên hêzên asayişê hatin kuştin.

Di çend rojên borî Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser di çarçoveya kampîna Erkê Xweparastinê “leşkeriya neçar” de dest girtina xortan li gund û bajarokên Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Pêr 31ê Gulanê li Minbicê alozî û nerazîbûn li dijî wê kampînê derket û di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn û rêveberiya bajarê jî qedexeya çûnûhatinê ji bo 48 demjimêran ragihand.

Duhî piştî xelkê Minbicê qedexeya çûnûhatin şikand û careke din alozî û xwepêşandan derketin û xwepêşanderan êrîşî hêzên ewlehiyê kirin, rêbenda kontrolê ya Xetaf şewitandin û li gundê Kersanê jî riya M4ê girtin.

Dîmenek ji xwepêşandanên Minbicê - Tora civakî
Dîmenek ji xwepêşandanên Minbicê - Tora civakî

Li gor zanyariyên Rewangehê, di alozî û xwepêşandanên Minbicê de, ji pêr ve 4 kes bi guleyên hêzên asayişê hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan destnîşan kir, Rêveberiya Xweser hêzên zêde şandina Minbicê û niha danûstandin di navbera serokeşîrên wî bajarî û Rêveberiya Minbic têne kirin.

Derbarê aloziya li Minbicê de, rûsipiyên Minbicê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, li Minbicê xwepêşandanên aştiyane derketin û daxwazên xwepêşanderan jî rewa ne û ew hewl didin wan cibicî bikin, lê destin di nava xwepêşandanan de heye dixwazin aramiya bajêr têk bidin û fitneyê derbixin.

Fly Erbil Advertisment