Li Ermenistanê zarokekî Kurd di pêşbirka çîrokan de spasname wergirt
Bi boneya Roja Zarokên Cîhanê yekem car pêşbirkeke çîrokan a zarokan pêk hat.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Ermenistanê zarokê Kurd ê bi navê Nikolayî Mihoyan xelata spasnameyî di pêşbirka çîrokan de wergirt.
Di wê kombûnê de bi boneya Roja Zarokên Cîhanê yekem car pêşbirkek çîrokan a zarokan pêk hat. Di vê pêşbirkê de, zarokên ji neteweyên cuda, ku li Ermenistanê dijîn beşdarî kirin.
Yek ji zarokên ku beşdarî pêşbirka behskirî bû, Nîkolayî Mihoyan ê 9 salî bû, ku li ser navê zarokên Kurd ên li Ermenistanê dijîn, amade bû.
Nîkolayî Mihoyan ji organîzatorên pêşbirka çîrokên zarokan spasname wergirt.
Ev xelat ji alî rêkxerên pêşbirke ve, ji Nikolayî Mihoyan re hate pêşkeşkirin.
Nikolayî Mihoyan kurê rojnavemevana navdar a Kurd Liana Mihoyan e.