Îtalya Îspanya derbas kir û gihîşt fînala UEFA EURO 2020
Hilbijardeya Îtalyayê bi ser bi Hilbijardeya Îspanyayê ket û derbasî fînala UEFA EURO 2020 bû.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Îtalyayê bi ser bi Hilbijardeya Îspanyayê ket û derbasî fînala UEFA EURO 2020 bû.
Şeva borî hilbijardeya Îtalya û Îspanya di qonaxa nîv-fînalê de li Stadiuma Wembley li Londonê rûbirûyî hev bûn û Îtalya bi encama 4-2 bi ser ket.
Dema orjînal a yariyê bi encama 1-1 bi dawî bû. Destpêkê Federico Chiesa gela Îtalyayê di xuleka 60 de tomar kir, piştre jî di xuleka 80 de Alvaro Morata encam wek hev kir.
Piştî ku dema orjînal a yariyê bi encama wek hev dawî bû, her hilbijardeya du demên zêde lîstin, piştre jî gihîştin lêdanên rasterast û Îtalya bi encama 4-2 bi ser ket.
Bi vê serkeftinê, hilbijardeya Îtalyayê dê di fînalê de rûbirûyî serkeftiya ji Îngiltra û Denmarkê bibe ku ew her du hilbijarde dê îro di qonaxa nîv-fînalê de rûbirûyî hev bibin.
Îtalya piştî ku nasnava Ewropayê ya sala 1968an li ser hesabê Yugoslavyayê bi dest xist, ev cara çarem e digihe fînalê û bi ser nakeve.