Fînala Kopaya Amerîka.. Brazîl û Argentîna
Hilbijardeya Argentîna bi ser hilbijardeya Colombiya ket û gihîşt fînala Kopaya Amerîka.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Argentîna bi ser hilbijardeya Colombiya ket û di fînala Kopaya Amerîka de di yariyeke agirîn de rûbirûyî Brazîlê dibe.
Îro berbangê hilbijardeya Argentîna û Colombiya di qonaxa nîv-fînalê de li Stadiuma Mané Garrincha li Brazîlyayê rûbirûyî hev bûn û Îtalya bi encama 3-2 bi ser ket.
Dema orjînal a yariyê bi encama 1-1 bi dawî bû. Destpêkê Lautaro Martinez gela Argentînayê di xuleka 7 de tomar kir, piştre jî di xuleka 60 de Luis Diaz encam wek hev kir.
Piştî ku dema orjînal a yariyê bi encama wek hev dawî bû, her hilbijardeya lêdanên rasterast avêtin û Argentîna bi encama 3-2 bi ser ket.
Golparêzê Argentîna Emiliano Martinez roleke mezin di serkeftina Argentîna de lîst ku 3 lêdanên rasterast ên yarîzanên Colombiyayê vegerandin.
Bi vê serkeftinê, hilbijardeya Argentîna dê di fînalê de rûbirûyî hilbijardeya Brazîlê bibe ku biryar e roja 11ê Tîrmehê li stadiuma Maracana ya navdar birêve biçe.
Ji sala 2007an ve, ev cara yekem e Brazîl û Argentîna di fînala Kopaya Amerîka de rastî hev tên ku wê carê Brazîl bi encama 3-0 bi ser Argentînayê ketibû.