Pêkhateyên Herêma Kurdistanê bi girîngî li xebatên kabîneya nehem dinêrin

Cudakirina dosyeya pêkhateyan, yek ji daxwazên sereke yên pêkhateyên olî û netewî yên Herêma Kurdistanê bû, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev daxwaza wan pêk anî.

Hewlêr (K24) – Cudakirina dosyeya pêkhateyan, yek ji daxwazên sereke yên pêkhateyên olî û netewî yên Herêma Kurdistanê bû, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev daxwaza wan pêk anî û ji bo wan wezîrekî Herêmê ji bo karûbarên pêkhateyan destnîşan kir.

Wezîrê Herêmê yê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Merûf ji K24ê re diyar kir: “Yek ji xebatên girîng ên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêmê, cudakirina dosyeya pêkhateyan bû, birastî ev girîngîdana mafên pêkhateyan e li Herêma Kurdistanê, niha rewşa pêkhateyan û beşdariya wan di hikûmetê de di asteke baş de ye, di nava du salên kabîneya nehem de karên baş hatin kirin û em ligel nûnerên hemû pêkhateyan civiyan.”

Aydin Merûf ku Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan e, ji pêkhateya Tirkmen e. Kabîneya Nehem pêkhateya Mesîhî jî jibîr nekiriye û Wezareta Veguhsetin û Gihandinê daye pêkhatey Mesîhî, ev di çarçoveya pêngavêb Hikûmeta Herêman Kurdistanê de bû ji bo beşdarkirina pêkhateyan di desthilata cîbicîkirinê de.

Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher dibêje: “Yek ji bingehên xebata kabîneya nehem, parastin û bihêzkirina pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê ye. Di civîna yekem a Encûmena Wezîran de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got; 'ez nûnerê hemû pêkhate û xelkê Kurdistanê me'.”

Pêkhateyên Herêma Kurdistanê di desthilata yasadanînê de jî beşdariya wan a rastîn heye, Sekreteriya Parlamentoyê li cem pêkhateya Tirkmen e û li parlamentoyê 11 kursî ji bo wan hatine terxankirin. Herwiha Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan jî li cem pêkhateya Mesîhî ye, ji bilî van, çendîn rêveberên giştî ji bo pêkhateyên din in. 

 

Fly Erbil Advertisment