Hikûmeta Sûriyê nirxê nan û mazotê du qatan zêdetir kir

Nirxê nan ji 100 Lîreyên Sûrî bû 200 Lîre û nerxê lîtra mazotê jî ji 180 bû 500 Lîreyên Sûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Sûriyê nirxê hejmarek ji kerestên sereke yên jiyanê wek nan, şekir û mazot bilind kir.

Wezareta Bazirganiya Sûriyê bi biryareke nû bihayê nan û mazotê bi rêjeyeke bilind zêde kir. Li gor biryara nû, nirxê nan ji 100 Lîreyên Sûrî kir 200 Lîre, herweha nerxê lîtra mazotê jî ji 180 kir 500 Lîreyên Sûrî.

Li gor wezaretê, ev biryar li gor nivîseke ji Wezareta Petrol û bi şêwirmendiya bi Komîta Abûrî re hatiye dayîn.

Bilindkiirna nirxê herdu kerestan çaverêkirî bû, ji ber ku hîn jî kirîza nan û cureyên petrol nehatiye çareser kirin û ji dema salekê ve ye mazot li ser xelkê nehatiye belavkirin.

Herwiha di 27 meha borî de jî hikûmeta Sûriyê nirxê şekir û birinc  ji sedî 66 bilind kiribû.

Her di çarçoveya bilindkirina nirxê van kerestayen de, Serokê Sûriyê Beşar Esed mersûmekî nû derbarê mûçeyên karmendên sivîl û leşkeran ji sedî 50 zêde kir.

Her çiqas rêjeya zêdekirina mûçeyan bilind be jî, lê karmendên hikûmetê nikarin di çarçoveya vê buhabûnê de debara xwe bi vî mûçeyî bikin.