Cureya Koronaya Delta li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin

Wezîrê Tendirusiyê: Hêvîdar in hemû kes xwe biparêzin û xwe ji cihên qerebalix dûr bixin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî aşkere kir, Koronayê Delta li Herêma Kurditanê hatiye tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, li gor raporta Koronayê ya heftane, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê zêde dibe û hejmara pêketiyên li nexweşxaneyê di bin çavdêriya hûr de dimînin, du qatan zêde bûye.”

Dr. Saman Berzincî aşkere kir: “Piştî şopandin û derketina encamên testên kesên gumanlêkirî, piştrast bû ku cureya Koronaya Delta li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin.”

Wezîrê Tendirustiyê diyar kir jî: “Li gor raportan, ev cureya Koronayê bileztir belav dibe, ji ber wê hêvîdar in hemû kes xwe biparêzin û xwe ji cihên qerebalix dûr bixin.”

Ragihand jî: “Wek Wezareta Tendirustiyê, em niha nîgeran in ji berk u welatî li cihên geştiyariyê maskan bi kar nayînin û xwe ji Koronayê naparêzin. Daxwazê ji welatiyan dikin em hemû rêkar û rênimayên li dijî Koronayê cibicî bikin.”

Fly Erbil Advertisment