Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya cejna Qurbanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de pîrozbahiyê li misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dike.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Bi minasebeta cejna pîroz ya Qurbanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî misilmanên herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê dikim, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekarî yên navxwe û kesûkar û malbetên serfiraz yên şehîd û enfalkiriyan dikim û hêvî dikim rojên cejnê di rewşeke aram û di nava xweşî û aramiyê de derbas bikin.

Di wan deman de mixabin ku hijmara berketiyên Koronayê bilind dibe, lewre daxwaz ji welatiyên herêma Kurdistanê dikim ku pêbendî şîretên tendirostî û rêkarên xweparêziyê bin.

Cejna we pîroz be û Kurdistan jî hertim aram û awedan be.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Fly Erbil Advertisment