Serokwezîrê Iraqê serdana Amerîkayê dike

Mistefa Kazimî dê serdana Amerîkayê bike û ligel Serokê Amerîkayê joe Biden bicive.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dê serdana Amerîkayê bike û ligel Serokê Amerîkayê joe Biden bicive.

Biryar e Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja duşemê 26.07.2021ê serdana Amerîkayê bike.

Li gor zanyariyên çapemeniyê Mistefa Kazimî dê li Koşka Spî ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden bicive.

Rêkeftina ewlehiya stratejîk û peywendiyên Bexda û Washingtonê ligel pirsa vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê mijarên herî giring ên civîna Kazimî û Biden in.