Di cejnê de zêdetir ji 127 hezar geştiyaran serdana Hewlêrê kirin

Ji bo pêşwazîkirina geştiyaran çend komîte hatine avakirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Geştûguzarê ya Hewlêrê ragihand, tenê di rojên cejna Qurbanê de 127 hezar geştiyar serdana Hewlêrê kirine.

Rêveberiya Giştî ya Geştûguzarê ya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, tenê di rojên cejna Qurbanê de 127 hezar û 432 geştiyaran di rêbendên kontrolkirinê re serdana Hewlêrê kirine.

Diyar kir jî, ji bilî wê hejmarê, hejmareke din jî bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê re hatine Hewlêrê.

Destnîşan kir jî, ji bo pêşwazîkirina geştiyaran û çavdêrîkirina navend û deverên geştiyarî û dabînkirina xizmetguzariyan, çend komîte hatine avakirin.

Da zanîn jî, numreyên telefonên komîteyan li grûpên geştiyaran hatine belavkirin, ji bo çareserkirina her bûyer û her pirsgirêkekê.