Serokerkanê Wezareta Pêşmerge mertala rêzlêgirtinê pêşkêşî Pêşmergeyekî birîndar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokerkanê Wezareta Pêşmerge pêşwaziya Pêşmergeyê kêmendam ê çeperî Selman Ferman kir, û li beranberî qehremanî û jidestdana pareka mezin a laşê wî di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de, mertala rêzlêgirtinê pêşkêşî wî kir.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Yekşemê, 15ê Mijdara 2026ê, ragihand ku Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr li Dîwana Wezaretê pêşwaziya Pêşmergeyê qehreman û kêmendam ê çeperî Selman Ferman kir.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge tevî diyarkirina spasî û rêzeka zêde ji bo xweragirî, qurbanîdan û hesta bilind a niştimanperweriyê ya navbirî, xelata rêzlêgirtinê ya Wezareta Pêşmerge pêşkêşî wî kir, li beranberî wê yekê ku pêxemetî berevanîkirina ji axa Kurdistanê û azadiya gelê xwe pareka mezin a laşê xwe pêşkêş kiriye.

Ferîq Rukin Îsa Uzêr di wê hevdîtinê de tekez li ser wê yekê jî kir ku qurbanîdana Pêşmergeyên birîndar û xweragiriya wan a bêwêne her tim cihê serbilindî û girîngiya bilind a Wezareta Pêşmerge ye.

Pêşmerge Selman Ferman yek ji qehremanên şerê li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞê ye; di dema bicihanîna erkê xwe yê niştimanî yê berevanîkirinê û pûçkirin û rakirina mîn û teqemeniyên terorîstan de bi dijwarî birîndar bû, bi wê sedemê jî her du dest û her du lingên xwe li gel çavekî xwe ji dest dan.