Li Qamişlo 2 jin di teqînekê de birîndar bûn

Li tax Tey a bajarê Qamişlo teqînek pêk hatibû û di encamê de du jin birîndar bûn.

Taxa Tey a Qamişlo - Arşîv
Taxa Tey a Qamişlo - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li tax Tey a bajarê Qamişlo teqînek pêk hatibû û di encamê de du jin birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di daxuyaniyekê de ragihandin, duhî 31'ê Tîrmehê, li taxa Tey a bajarê Qamişlo du mayîn hatin teqandin û di encamê de 2 jin birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de tekez kir, ew bi baldarî li hemberî hewldanên derxistina fitneyan û têkbirina ewlekariya bajarê Qamişlo û gundewarên wê dixebitin.

Got jî: “Em ê bi pey hemû şaneyên terorîst bikevin heta wan bigirin da ku ji ber van kiryaran cezayê xwe bistînin.”

Taxa Tey a Qamişlo piraniya niştecihên wê Erebên eşîreta Tey in, di meha Nîsana borî de jî alozî û şer di navbera hêzên ser bi rêjîma Sûriyê û hêzên asayişê de derketibû û nêzîkî hefteyekê berdewam kiribû û piştre jî hêzên asayişê ew tax kontrol kiribû.

Fly Erbil Advertisment