Karvedanên komkujiya malbata Kurd li Konyayê didomin

Roja Înê li navçeya Merama Konyayê di encamê êrişeke nijadperestî de, heft endamên malbateke Kurd hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Karvedanên komkujiya malbata Kurd li Konyayê didomin. Serokê Partiya DEVA Alî Babcan ku serdana kesûkarên malbatê kir û xwest bûyer bi hemû aliyan deve were zelalkirin û berpirsên bûyerê bên sizadan. Peyvdarê PDK-Bakur Hişyar Ozalp jî dibêje, êriş bi sîstema dagîrkerî ya Tirkiyê ve girêdayî ye ku bi hêsanî Kurd tên kuştin û malên wan tên talankirin.

Roja Înê li navçeya Merama Konyayê di encamê êrişeke nijadperestî de, heft endamên malbateke Kurd hatin kuştin. Piştî veşartina terman, taziye hate danîn û piraniya partiyên siyasîyên Tirkiyê serdana kona taziyeyê kirin. Serokê Partiya DEVA Alî Babacan got, ew dixwazin demildest hemû aliyên bûyerê bên diyarkirin.

Serokê Partiya DEVA Alî Babacan got: “Xwedê hêz û sebr bide hemû kesûkaran. Em bi bûyerê pir xemgîn bûn û tirsiyan. Divê bi awayeke lezgîn û hestiyar lêpirsîn were kirin û hemû aliyên bûyerê bên diyarkirin. Hin rayedarên dewletê erkên xwe bicîh neanîne, Bergirî pêşnexistine. Em hemû welatiyên xwe yek dibînin û divê xwedî heman mafan bin. Divê zimanê siyasetê were guhertin.”

Bi serpereştiya Wezîrê Dadê Ebdulhemîd Gul û Cîgirê Serokê AK Partiyê Nûman Kurtulmuş jî di roja yekemîn ya taziyê de cih girtin û dan xuyakirin, dê bûyer bi hemû aliyan ve were zelalkirin. Cîgira Serokê Partiya DEVA jî dibêje, komkujî bi armanca derxistina şerê kurd û tirk hatiye kirin.

Hevserokê HDP Mîthet Sancar jî di serdanê de balkişand li ser êrişên demên dawî ku di çarçoveya plana aloziya mezin de tên kirin. Peyvdarê PDK-Bakur Hişyar Ozalp jî dide xuyakirin, komkujî girêdayî sîstema dagîrkerî û talankirina malê Kurdan e.

Êrişa yekemîn 12ê Gulanê bi 60 kesan hatibû li ser malbatê hatibû kirin û ji malbatê heft kes hatibûn birîndarkirin. kesên wek berpirsên êrişê hatibûn zîndankirin, piştî demeke kurt hatibûn berdan. Tenê du kes di zîndanê de mabûn. Xizm û parêzerên malbatê dibêjin, ev helwesta dadgeh û zimanê desthilatê wêrekî daye êrişkaran û ji ber ku Kurd bûn malbat hatiye armanckirin.