Tevgera Sedir: Em ji biryara xwe ya vekişîna ji hilbijartinan venagerin

Şêwirmendê Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir diyar kir ku ji biryara xwe ya vekişîna ji hilbijartinên pêşwext ên Iraqê venagerin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir diyar kir ku ji biryara xwe ya vekişîna ji hilbijartinên pêşwext ên Iraqê venagerin û biryara xwe ya dawî dane.

Heseb Ezarî, Şêwirmendê Muqteda Sedir bi daxuyaniyekê eşkere kir ku biryara wan a vekişîna ji hilbijartinên Iraqê biryara dawî ye û jê venagerin.

Şêwirmendê Sedir herwiha diyar kir: “Heqê ti kesekî ser bi Tevgera Sedir tune ye ku ji bo aliyek û namzeden bangeşe bike.”

Heta niha Tevgera Sedir û 24 partiyên din ên siyasî yên Iraqê, ji hilbijartinên pêşwext vekişiyane, ku biryar e di 10ê Cotmeha îsal de were kirin.