Macron ji Îranê daxwaz dike ku dest ji çalakiyên atomî berde
Serokomarê Fransayê Emmuel Macron ji Îranê daxwaz dike ku dest ji çalakiyên xwe yên atomî berde û demildest vegere danûstandinên Viyenayê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Fransayê Emmuel Macron ji Îranê daxwaz dike ku dest ji çalakiyên xwe yên atomî berde û demildest vegere danûstandinên Viyenayê, li hember wî Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî daxwaz dike ku garantiya mafên Îranê were dayîn.
Koşka Elysee bi daxuyaniyekê ragihand; Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi hevtayê xwe yê Îranê Îbrahîm Reîsî re axiviye û jê daxwaz kiriye ku dest ji pêtandina uranyumê û çalakiyên atomî berde û demildest vegere danûstandinên Viyenayê.
Li gor ragihandina Koşka Elysee, Macron soz daye Reîsî ku ji bo çareserkirina kêşeyan hemû hewlên xwe dê bide.
Serokomarê Fransayê ligel Serokomarê Îranê li ser Rojhilata Navîn, Iraq û Lubnanê axivîne û Macron rijd bûye li ser wê yekê ku welatê wî li ser parastina azadî û asayîşa tevgera deryavanî ya navdewletî û seqamgîriya Iraq û Lubnanê.
Li hember wî, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihandiye ku Amerîka ji pabendiyên xwe vekişiyaye û rêkeftinê binpê kiriye, şikestina welatên Ewropayê sedema sepandina sizayên Amerîkayê bûye bi ser Îranê de.
Di pêwendiya telefonî de Reîsî daxwaza garantîkirina mafên welatê xwe di danûstandinên Viyenayê de kiriye.
Li ser rewşa Kendav û Rojhilata Navîn, Îbrahîm Reîsî amaje bi wê yekê dike ku parastina asayîş û seqamgîriya Kendav û Bendera Uman cihê girîngiya mezin a welatê wî ye û ew ê li hember her hewleke ku seqamgîriya herêmê têk bide, rawestin.
Ji meha Nîsana îsal heta meha Hezîranê, 6 gerên gotûbêjan li Viyenayê ji bo zindîkirina rêkeftina atomî birêve çûn. Civîna herî dawî di 20ê Hezîranê de bû, lê heta niha negihîştine rêkeftinekê. Niha ti demek ji bo lidarxistina gera heftem a van danûstandinan, nehatiye diyarkirin.