Li Tirkiyê 4 kes ji ber rabûna lehiyê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hîn şewatên herêma Derya Sipî bi temamî nehatin vemirandin, li herêma Derya Reş a Tirkiyê baran barî û lehî rabû. Li bajarên Kastamonu, Bartin û Sînopê lehî rabû û heta niha 4 kesan canê xwe ji dest dane û kesek jî winda ye.

Duhî ji ber barîna barana zêde, lehî li sê bajarên Tirkiyê rabû. Ji ber lehiyê av derbasî bi dehan xaniyan bû û bi sedan otomobîl di nava lehiyê de man. Heta niha ji ber lehiyê 6 pir hilweşiyane, gelek pir û cadeyan jî zerer dîtine.

Li gor daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê bi dehan tîmên rizgarkirina welatiyan amade ne û ji asîman jî helîkopter ji bo rizgarkirina welatiyên asê mane tên bikaranîn.

Hat ragihandin jî, ji ber lehiyê li bajarê Kastamonu 4 kesan canê xwe ji dest dane û kesek jî winda ye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê duhî gotibû, li hin deveran bilindahiya lehiyan gihiştiye çar metreyan. agahî ji hejmarek gundan nîne û gelek mal û gund ketin ber lehiyan.

Şareza didin zanîn, li herêma Derya Reş, havînan baran dibare, lê ve carê baranê şeş mehan di yek rojê de bariye.