Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane gihîşt 27an
Serokatiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) ragihand; li Kastamonûyê 25, li Sînopê jî 2 kesan can dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li herêma Behra Reş a Tirkiyê hejmara kesên ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane, gihîşt 27 kesan.
Serokatiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) ragihand; li Kastamonûyê 25, li Sînopê jî 2 kesan can dane. Li Bartinê kesê ku di 11ê Tebaxê de ber bi avê ve çûye, hîn nehatiye dîtin.
Piştî barana gur a li Behra Reş, lehî rabû û bandor li Ûlûsê, navçeya Bartinê, Azdavay, Înebolû, Bozkûrt, Kure û Pinarbaşiyê, navçeyên Kastamonû û Ayancikê, navçeya Sînopê kiriye.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ji bo lehiya ku li navçeya Bozkûrtê rabûye wiha gotibû: “Karesata herî giran a min dîtiye li vir e, em dikarin bibêjin 5 qat ji ya li Dereliyê bûye, girantir e.”
Li gorî daxuyaniya AFADê, gelek kes ji wan navçeyan hatine derxistin. AFADê destnîşan kiriye, li Ûlûsê, navçeya Bartinê 323 kes, li Kastamonûyê li ser hev 925 kes, li Ayancik, navçeya Sînopê jî 472 kes bi helîkopter û beleman hatine derxistin.