Li Rihayê boriya petrolê teqiya

Li navçeya Sêwreg a ser bi Rihaya Bakurê Kurdistanê, xeta veguhestina petrolê ya Botaşê teqiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Sêwreg a ser bi Rihaya Bakurê Kurdistanê, xeta veguhestina petrolê ya Botaşê teqiya.

Li gor agahiyên destpêkê, di xeta veguhestina petrolê ya Êlih-Dortyolê de ya ser bi kompanyaya Botaş a Tirkiyê, dema wesayîteke kar kevir û zinarên navbera zeviyan paqij dikir, boriyek teqiya.

Boriya petrolê di 10 kîlometreya navçeya Sêwrega ser bi parêzgeha Rihayê ve teqiyaye û petrola ku ji boriyê diherike, ji cihê teqiyayî ve bo esman bilind dibe.

Herwiha petrol li zeviyên derdorê jî belav bûye û ji ber kombûna petrolê zirar gihîştiye zeviyên çandiniyên yên derdorê.