Xwasteka li ser hejîrên Akrê zêde dibe
Akrê bi cureyên meyweyan dewlemend e û berhemên wê jî li bazaran navdar in.
Navenda Nûçeyan (K24) – Akrê bi cureyên meyweyan dewlemend e û berhemên wê jî li bazaran navdar in, ji van berheman jî, hejîrên Akrê ne. Xwesteka li ser hejîrên Akrê zêde dibe, cotkarên wê herêmê jî girîngiyeke zêde didin çandina darên hejîran.
Li Akrê nêzîkî yek hezar donim darên hejîran hene û cotkar di vê werzê de rojane hejîrên xwe dişînin bazarên navxwe û bazarên naverast û başûrê Iraqê.