Li Serheda Bakurê Kurdistanê lehî rabûn
Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê lehî rabûn, li gor agahiyên destpêkê ziyan gihişt 40 xanî û 6 otomobîlan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê lehî rabûn, li gor agahiyên destpêkê ziyan gihişt 40 xanî û 6 otomobîlan. Di lehiyên Rojavayê Herêma Deryaya Reşa Tirkiyê de jî, 58 kesan canê xwe ji dest dan, 143 kes jî winda ne.
Li bajarên Erzirom, Qers û Erdexanê yên bakurê Kurdistanê baraneke zêde barî û bû sedemê rabûna lehiyan.
Li gor agahiyan destpêkê, tenê li navçeya Qamûşana Qersê 40 mal herifîn û ziyan gihişt 6 otomobîlan. Lehî li bajarên Erzirom, Erdexan û Bartinê jî bûn sedemê ziyanên madî.
Ji aliyekî din ve, Wezîrê Navxweyê Tirkiyeyê Silêman Soylu da xuyakirin, li bajarê Kastamonu 48, li Sînopê 9 û li Bartinê jî kesekî, bi giştî 58 kesan canê xwe ji dest dane.
Da zanîn, heta niha derbarî 143 kesan de agahiyên windabûnê gihiştine wan û nasnameya 15 terman jî hê diyar nebûne. Li her sê bajaran bi giştî nêzîkî 3 hezar kes li deverên din hatine bicîhkirin.
Saziya Hawarçûna Lezgîna Tirkiyeyê AFAD da xuyakirin, li Kastamonu, Sînop û Bartinê bi 7850 kesan hewlên rizgarkirinê didomin û alîkariyên madî wek pare, xwarin û hewandinê digihin zerermendan.