Gundê Gozeliyê di nav 11 bîr û hewzên avê de bê av e
Gundiyên Gozeliyê daxwaza çareseriya ava gundê xwe dikin
Diyarbekir (K24) – Gundê Gozeliyê di nav hewzên avê de ye, lê li malên gund av tune ye. Serok û Nûnerên 4 partiyên siyasî yên bajarê Diyarbekirê jî, ji bo piştgiriya daxwaziyên welatiyan serdana gund kirin. Nûnerên Partiya Komarî ya Gel CHPê, Partiya Pêşdeçûn û Demokrasyê DEVAyê, Partiya Pêşerojê û Partiya Saadetê li gundê gozeliye bi gundiyan re daxwaza çareser kirina pirsgirêka avê ya gundiyan kirin.
Mezrika Gozeliya Çol ya bi ser gundê Gozeliya bi ser navçeya Peyasa Diyarbekirê ve ye, di nav 11 bîr û hewzên ku avên bajêr jê tên dayîn de ye ku 3 kompanyayên avê jî avên ambalaj kirî lê çê dikin. Lê li nav malla gundiyan av tune ye. Ji ber ku ew hewz û bîrên avê hatine çê kirin, ciyê gund wek ‘devera sît’ ango devera parastî hatiye ragihandin. Lê ji sala 1970’ê ve ne ji gundiyan re çareseriyekî hatiye dîtin, ne jî pirsgirêka gundiyan ya avê hatiye çareser kirin.
Serok û rêvebirên partiyên ku serdana gund kiribû jî balê kişandin ku li ciyekî ku pirsgirêka avê nebe, welatiyan wiha di tenqasiyê de hiştin, şerma dewletê û hemû saziyên berpirs e û loma jî divê demildest ev pirsgirêk were çareser kirin. Serokê Partiya Pêşerojê yê Diyarbekirê Aydin Altaç jî li ser navê partiyan daxwazên gundiyên gözeliyê bilêv kir.
Serokê Partiya Pêşerojê yê Diyarbekirê Aydin Altaç ji K24ê re got: “Li vê derê ji ber nebûyîna avê welatî di tengasiyeke pir mezin de ne. Ev tengasî ji bo rêvebirên heremî jî, ji bo rêvebirên hikumetê jî şermeke mezin e. Em wek partiyên ku li vir in, dibêjin ku divê rojek zûtir welatiyên me yên li vê derê niştecîh ne, ji vê tengasiyê bên rizgar kirin.”
Gundê Gozelî gündekê ku bi sedan sal e heye û ji 50 sal zêdetir e jî bi derfetên xwe û kaniyên ku ji aliyê şaredaran ve hatine çêkirin avê dibin malên xwe. Gundî bi gazincin ku gundê wan din av hewza avê de ye, lê li malên wan av tune ye.
Gundî Muhbet Kaynar dibêje: “Dibêjin gundê me hewza avê ye û dê bi xirba kirin. Lê ne xirab dikin, ne jî çê dikin. Ne av heye, ne rê heye û ne jî xizmetên din. Zarokên me nexweş dikevin, em her roj li ser rêyên nexweşxaneya ne, seyare jî tune ye. Em jin in destên xwe ji erebeyan re ra dikin, fedî dikin. Em perîşanin. Avên sondajan jî gişt herî ne û nayên vexwarin. Ew jî miçiqîne yên pare hebe li ciyekî din dixin tunebe jî nabê. Yanî daxwaziya me av û xizmetin.”
Gundi Welî Yêşîlorman jî got: “Gund 120 malbû niha buye 400 mal hêj jî av tune ye. Wiha jin û gede tên 3 kaniyên ku li vê derê hatine danîn ku li ciyên din ew jî tünene avê dibin. Li ber camiyê jî dapoyekî danine ku ava têrî 4 malan tê de heye, dibêjin me av daye we. Wek ku demek berê jin hatin, gundî tên li ber van kaniyan dikevin rêze da ku avê bibin malên xwe. Em jî dixwazin wek mirovan bijîn.”
Muxtar û gundiyên gundê Gozelî ya ku teqrîben ji 400 xane û 1800 nişteciyan pêktê, daxwaz dikin ku ya bila ciyekî din ji bo wan bê terxan kirin ku ew jî xizmetên welatîbûnê werbigrin, yan jî bila ji bo malê wan av bê dayîn da ku ji van tenqasiyan xilas bibin.