Artêşa Sûriyê gundekî Idlibê bombebaran kir: 4 zarok bûn qurbanî

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand; vê sibê artêşa ser bi Beşar Esed gundekî Idlibê bombebaran kir û di encamê de 4 zarokên ji malbatekê bûn qurbanî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand; vê sibê artêşa ser bi Beşar Esed gundekî Idlibê bombebaran kir û di encamê de 4 zarokên ji malbatekê bûn qurbanî.

Rewangehê ragihand ku artêşa Sûriyê gundê Kensefre yê li sînorê parêzgeha Idlibê bombebaran kir.

Nûçegihanê AFPê dîmenên veşartina termên 3 zarokan belav kir, ku bavê wan li ser gorên wan hêsirên çavan dibarîne, herî dawî termê parçebûyî yê zarokê çarem anîne cem wî. Ji ber berdewamiya bombebaranê, termê wî jî bilez bi axê spartin.

Duh jî artêşa Beşar Esed gundê Belşûn bombebaran kir ku li wir jî hejmarek welatiyên sivîl bûn qurbanî.

Hêjayî gotinê ye; ew dever xala herî dawî ye ku ji aliyê Opozîsyona Sûriyê ve tê birêvebirin.