Li Îrlandayê sê endamên malbateke Kurd di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest dan

Malbateke Kurd ku ji bo perwerdehiyê li welatê Îrlandayê dijiyan, di bûyereke trafîkê de her sê endamên malbatê jiyana xwe ji dest dan.

Hewlêr (K24) – Malbateke Kurd ku ji bo perwerdehiyê li welatê Îrlandayê dijiyan, di bûyereke trafîkê de her sê endamên malbatê jiyana xwe ji dest dan.

Karzan Sebah, beriya niha nişteciyê nahiya Behreke ya ser bi Hewlêrê bû û bi mebesta perwerdehiyê, tevî hevjîna xwe çûye Îrlandayê, li wir rastî bûyereke trafîkê hatin û her sê endamên malbatê canê xwe ji dest dan.

Karzan ligel hevjîna xwe Şehên Qasim û keça xwe Lîna ku hîn temenê wê 8 mehî bû, bi hêviya jiyanê diçûn û plana wan hebû ku piştî temambûna perwerdehiya Karzan, jiyaneke nû dest pê bikin, loma xwestibûn li bajarekî din xanî bigrin.

Barzan Sebah, birayê Karzan ji Kurdistan24ê re li ser bûyerê diyar kir: “Duh kesekî bi rêya telefonê bi min re kete pêwendiyê û got 'ez Bêrîn, xelkê Silêmaniyê me û li Îrlandayê hevalê Karzan im, bûye 22 demjimêr em bi telefonê li Karzan digerin, lê girtî ye û ti agahî derbarê wî de tune', piştre min hejmara telefonê jê wergit û got 'em diçin polîs, bûyereke trafîkê qewimiye, lê em hêvî dikin ew nebin', piştî mexrîbê telefon kir û got 'Tu dikarî bi polîsê Îrlandayê biaxivî?' telefonê da karmendekî polîs û çend pirsyar li ser navê Karzan, hevjîn zaroka wan kirin.”

Barzan diyar kir ku îsal sala dawî ya pewerdehiya Karzan bû û ligel hevjîna xwe çûne bajarekî din ji bo xanî bigrin, ji bo ku mala xwe bar bikin.

Li ser anîna termên wan, ragihand ku biryar e bi rêya hevalên wî û grûpa Kurdên li Îralandayê termên wan veguhezînin Kurdistanê.