Wezîrê Tendirustiyê: Kesên vaksîn wergirtine, metirsî li ser jiyana wan namîne
Dr. Saman Berzincî derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê de ragihand, “Em li gorî çend hefteyên borî di rewşeke baştir de ne.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê de ragihand, “Em li gorî çend hefteyên borî di rewşeke baştir de ne.”
Dr. Saman Berzincî ji K24ê re got: “Rêjeya bilind a mirina bi Koronayê ya niha heye, ji ber pêla Koronayê ya berî çend hefteyan e ku bi awayekî berçav û hejmara pêketiyan zêde bûbû.”
Got jî: “Tê pêşbînîkirin heta 2 ta 3 hefteyên bê jî bandora wê hebe û rêjeya mirina bi Koronayê zêde be.”
Derbarê vaksînkirinê de jî got: “Yek ji baştirîn rêyên xweparastin û kontrolkirina vîrûsa Koronayê li ser asta cîhanê, wergirtina vaksînê ye. Lê belê ne riya tekane ye, ji ber ku nifşên nû yên wê vîrûsê derdikevin, ji wan jî zincîreya Delta.”
Diyar kir jî: “Ew kesên her du daneyên vaksînê wergirtine, dema tûşî pandemiyê bibin, rewşa wan a tendirustiyê gelekî têk naçe û metirsî li ser jiyana wan çênabe.”
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê aşkere kir jî, plana wan heye di demeke nêzîk de û berî vekirina dibistanan, mamoste werin vaksînkirin, ji bo vîrûs bi awayekî berfireh belav nebe.