Nivîskar û siyasetmedar Abdurrahman Onen koça dawî kir

Abdurrahman Onen îro roja duşemê 23yê Tebaxa 2021ê li Stenbolê koça dawî kir.

Abdurrahman Onen
Abdurrahman Onen

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîskar û siyasetmedarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Abdurrahman Onen îro roja duşemê 23yê Tebaxa 2021ê li Stenbolê koça dawî kir.

Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmurtaş ku nêzîkî Abdurahman Onen e, li ser hejmarê xwe yê Facebookê ragihand: “Welatperwerê Kurd, Mamoste Abdurrahman Onen îro 23/08/2021 ji ber nexweşiya penceşêrê çû ber dilovaniya Xwedê.”

Abdurrahman Onen demeke dirêj e bi nexweşiya penceşêrê ketibû û li Stenbolê tedawî dibû.

Abdurrahman Onen kî ye?

Abdurrahman Onen ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ye. Piştî xwendina dibistana seretayî û navîn li Mêrdînê ew ji bo xwendiya zanîngehê diçe Zanîngeha Stenbolê û li Stenbolê beşa Edebiyat û Cografyayê dixwîne. Di sala 1980yî de zanîngehê diqedîne. Di dema xwendina zannîngehê de û piştî wê ji ber beşdariya kar û çalakiyên neteweyî li Stenbolê rastî girtin û îşkenceya desthilata Tirkiyê dibe û demeke dirêj nikare kar bike.  Di sala 1984an dest bi kar dike û heta sala 2008an li Stenbolê weke mamosteyê cografyayê kar kiriye.

Onen ligel mamostetiya cografyayê jiyana xwe ji bo nivîsandin û tomarkirina cografyaya Kurdistanê terxan kiribû û li her çar parçeyên Kurdistanê, gund bi gund, bajar bi bajar, newal bi newal digeriya û ew li cem navên wan ê resen ligel wêneyên wan tomar dikir.

Berhemenên Abdurraham Onen ên çap bûne ev in:

- Ferhenga Erdnîgariya Kurdistanê

- Agirî

- Wan

Hêjayî gotinê ye ku rêzeberhemên Abdurrahman Onen ên derbarê bajar û herêmên Kurdan de jî ji bo çapê tên amadekirin.