Xwendekareke Rojava li Herêma Kurdistsanê pileya yekem anî

Xwendekareke Rojavayê Kurdistanê di ezmûnên pola 12 Amadehiyê beşa zanistê de pileya yekem li ser asta Herêma Kurdistsanê bi dest xist.

Duhok (K24) – Xwendekareke Rojavayê Kurdistanê di ezmûnên pola 12 Amadehiyê beşa zanistê de pileya yekem li ser asta Herêma Kurdistsanê bi dest xist.

Duhî encamên xula yekem a ezmûnên pola 12 Amadehiyê hatin ragihandin û Xwendekara Kurd a ji bajarê Dêrikê Lava Muhsên Ebdulrehman, di ezmûnên pola 12 Amadehiyê beşa zanistê de 100/100 anî û pileya yekem li ser asta Herêma Kurdistsanê bi dest xist.

Lava sala 2004an li Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û ji sala 2012an ve li kampa Domîz a li parêzgeha Dukokê bi cih bûye.

Lava derbarê serkeftina xwe de ji K24ê re got: “Ji ber dilxweşiya xwe, êdî nikarim hestên xwe derbirînim. Min ji destpêkê ve planek ji bo xwendinê ji xwe re danîbû ji bo ku ji yekeman bim. Min rojê zêdetir ji 7 demjimêran dixwend û spas ji Xwedê re, min karî 100 ji 100 bînim.”

Piştî derketina şerê navxweyî li Sûriyê di sala 2011an de, niha zêdetir ji 250 hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê kamp û bajarên li Herêma Kurdistanê bicih bûne û bi hezaran xwendekar li dibistan û zanîngehên Herêmê dixwînin.