Li Diyarbekirê helmeta alîkariya cil û bergan dest pê kiriye

Li Diyarbekirê kesên ku dixwazin alîkariya mirovên xizan bikin û pêdiviyên wan ên bi cil bergan dabîn bikin helmetek dane destpêkirin.

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji aliyê komek xêrxwazan ve helmeta alîkariya cil û bergan bo kesên xwedî pêdivî ne hatiye destpêkirin ku jin û zarook û temenmezinên pêdiviya wan bi cilan hebin ji xala hatî dirustkirin cilan dineqînin. Tê xwestin  ku helmet li bajarên din jî belav bibe.

Li Diyarbekirê kesên ku dixwazin alîkariya mirovên xizan bikin û pêdiviyên wan ên bi cil bergan dabîn bikin helmetek dane destpêkirin. Li gorî vê helmetê kesên pêdiviya wan bi cilên deste wan de nebin bo kesên xwedî pêdivî, cil û bergan datînin xala hatî dirustkirin. Liv ê xalê jî kesên ku bixwazin li gorî pêdiviyên xwe cilan bistînin jê dineqînin. Yek ji pêşengên vê helmetê Serokê Jura Şewirmendên Darayî Ya Şaxa Diyarbekirê Karsaz Mustafa Vûral dibêje wan xwestiye div ê serdema ku şert û mercên jiyanê her ku diçe giran dibe de alîkariya mirovên pêdiviyan bi cil û bergan hebe bikin.

Mustafa Vûral ji K24ê re got: “Bi vê projeyê em dixwazin kesên xêrxwaz û hewcedar bînin cem hev. Piştî nexweşiya Covîdê nexweşiya herî mezin aborî ye. Me xwest bi vê projeyê ji pirsgirêkên xelkê hecedar be re bibin çareserî.”

Xala ku bo berhevkirina cil û bergên hatine komkirin ji sere sibê heta êvarê vekiriye û berpirsê xalê jî Bahattîn Erbek pêşwaziya kesên xwedî pêdivî dike. Bahattîn Erbek bang dike ku kesên pêdiviya wan nebe bila bînin û kesên ku pêdiviya wan pê hebe bile bibin.

Bahattîn Erbek dibêje: “Kesên ku cilên pêdiviya wan pê nebe tên vê derê û cilan radestî min dikin. Kesên xwedî pêdivîbin jî li gorî pêdiviyên xwe kîjan cure cil bixwazin ji xwe re jê dineqînin û parîkî keyfa wan jî pê tê.”

Ji destpêka helmetê ve pêdiviyên ji 500î zêdetir kesên ku dxiwazin cil û bergan bistînin hatine dabînkirin û kesên ku sudê ji helmetê werdigrin jî keyfxweş in.

Welatiyekî xwedî pêdivî got: “Min ji xwe re tîşortek eciband. Ezê bibim malê. Ji xwe cilên min nemabûn. Min xwest cilên paqij li xwe bikim. Mala wan ava be.”

Di çarçoveya helmeta alîkariya cil û bergan de armanca di dorê de ew e ku her hefte li taxek a Diyarbekirê dezgeha cil û bergan were danîn bajr bi bajar berfireh bibe û bi cil û bergan tenê ne sînordar be ku dê pirtuk jî di helmetê de cih bigirin.