Daristanên Dêrsimê 12 roj in dişewitin
Navenda Nûçeyan (K24) – Daristanên Dêrsimê 12 roj in dişewitin. Şaredarê Dêrsimê dibêje, qaymaqam nahêlin şewat were vemirandin.
Şewata ku 12 roj berê li gundewarên navçeyên Xozat û Pilûrê derketibûn hê jî berdewam dike.
Rayedarên dewletê bi hinceta ku cihê şewatê gelek bilind e û ji bejahiyê gihiştin ne pêkan e, rê nade xelk û saziyên sivîl jî hewlên vemirandinê bibin.
Şaredarê Dersimê Fatîh Maçoglu dibêje, wan xwastine biçin şewatê vemirînin, lê Qaymiqamê Pilûrê gef li wan xwariye û rê nedaye.
Da xuyakirin jî, daxwazên wan yên helîkopter û firokeyên vemirandinê jî hatine redkirin û berpirsên dewletê bi aşkera cudahî dixin navbera daristanên herêmên Rojavayê Tirkiyeyê û yên deverên Dêrsimê .