Li Wanê goreke dîrokî hat dîtin
Li navçeya Payîzava ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di encama kar û xebatên kolandinê de gora kesekî hat dîtin ku ligel çendîn ajalên xwe hatiye veşartin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Payîzava ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di encama kar û xebatên kolandinê de gora kesekî hat dîtin ku ligel çendîn ajalên xwe hatiye veşartin.
Di encama xebatên kolandinê yên li aliyê bakurê Keleha Çavuştepe de, gora kesekî serdema Urartuyan hat dîtin ku ligel 4 hesp, kuçik, ga û miha xwe hatiye veşartin.
Uratuyî yek ji wan qewmên berê ne ku bi piranî li Wanê û derdora wê jiyane û li gor hinek baweriyan, Uratuyan ji jiyana piştî mirinê bawer dikirin û ji ber wê jî miriyên xwe ligel çendîn kelûpel û ajalên wan vedişartin.
Keleha Çavuştepe jî ji aliyê Qralê Urartuyan Sarduriyê 2em ve hatiye çêkirin û pispor pêşbînî dikin ku ew gora hatiye dîtin gora yek ji serokên Urartuyan be.
Derbarê mijarê de Serokê Tîma Kolandinê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu jî got: “Me sala 2017an dest bi xebatên li vî aliyê kelehê kir. Ji sala 2017an ve derbarê nerîtên Urartuyan yên veşartina miriyan de, ev der hertim tiştên nû pêşanî me dide. Niha jî me tiştekî wiha dît. Yekem car e ku em veşartina kesekî ligel hespên wî dibînin. Xebatên me dê berdewam bin. Esilzadebûna wî kesî bi kar û xebatan dê baştir diyar bibe. Serjêkirina 4 hespan bo kesekî, tê wateya ku ev kes, gelekî girîng e. Bi nêrîna me ev kesê peywendiya wî ligel hespan heye yan ji çîna rêveberan e yan jî karbidestekî bilind ê leşkerî ye.”