Li Dêrsimê şewatek, li Çewlîgê jî du şewat didomin
Navenda Nûçeyan (K24) – Daristanên Dêrsimê 14 roj in dişewitin. Di roja 13emîn de bi helîkopteran hewlên vemirandinê destpê kirin.
Li gor agahiyan, du şewat hatin vemirandin, şewatek din li Xozatê didome.
Li aliyê din, li daristanên navçeya Xolxolê du şewatên nû destpê kirin.
Sendîkayên 74 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, banga vemirandina şewatên Dêrsimê kirin.
Berpirsên herêmî didin xuyakirin, dewlet bi heman şêweyê nêzîkî şewat û karesatên Kurdistan û Tirkiyeyê nabe.