Li Kobanê jin û mêrek li mala xwe hatin kuştin

Li bajarê Kobanê, jin û mêrek li mala xwe bi kêran hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Kobanê, jin û mêrek li mala xwe bi kêran hatin kuştin.

Li gor zanyariyên K24ê, îro danê sibê peyayek bi navê Esaf Mustefa Muslim û hevjîna wî Rûken Husên li mala xwe bi kêran hatin kuştin.

Li gor zanyariyan, Esaf ji gundê Qiçik e û bavê 4 zarokan e û karê pevguhartina diravan li bazara navendî ya Kobanê dike.